Li Êlihê zilamê 90 salî yê ji ber ku mala wî ya nelihevhatî xera bûye û bi jina xwe ve li cem zavayê xwe yê astengdar ê ku nikare bixebite dijî ji rêvebiran maleke ku tê de bikarin bisitirin xwest.
Li Êlihê Zekî Normalê 90 salî yê ku ew û jina xwe li cem zavê xwe dijîn ji rêvebiran avahiyeke ku bikarin lê bisitirin xwest. Bapîr Zekî û jina wî ji ber ku mala wan a nelihevhatî xerabûye ew çûne li cem qîza xwe dijîn. Ji ber ku zavê Bapîr Zekî astengdar e ew jî nikare bixebite. Malbata ku nikarin kirêya xwe bidin ji dewletê bes avahiyeke da ku bikarin tê de bijîn dixwazin.
Bapîr Zekiyê ku li cem qîza xwe ya xwediyê 3 zarokan e dimîne wiha axivî: “Ew mala ku min bi derfeta xwe saz kir ji ber ku pir qevin bû xera bû. Ez û jina min ji ber mejburiyetê li mala qîza xwe dimînin. Lê ew jî bi zorî îdara xwe dikin. Ji ber ku zavê min astengdar e nikare bixebite. Em bi meaşa xwe ya extiyarbûnê ya ku 6 meh careke didin me hewl didin debara xwe temîn bikin.”
“Divê ku neviyê min biçe dibistanê lê ew dixebite”
Bapîr Zekiyê ku ragihan rewşa wan a ji aliyê aboriyê ve ne baş e wiha pê de çû: “Kalbûn û bêmal bûn pir bi zehmet e. Carinan em ji rewşa xwe re digirîn. Wekê kum in got kesekî me tune ku bixebite. Neviyeke min ê 15 salî heye. Divê ku neviyê min biçe dibistanê lê ew dixebite. Yek jî çend qirîşeke ya ku ew tîne heye.”
“Hemî alîkariyên ku li me dihatin kirin hatin birîn”
Qîza Bapîr Zekî jî destnîşan kir hemî alîkariyên ku ji bo wan dihat kirin hatine birîn. Dûvre wê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Alîkariyên ku me berê wek alîkariya civakî distand hemî hatin birîn. Mêrê min astekngdar e. Ji ber bê çarebûnê lawê min ê ku pêwîst e bixwîne ji ber tunebûnê di marketê de dixebite. Em nikarin îhtiyaciya 2 lawên xwe yên ku diçin dibistanê temîn bikin. Em dixwazin ku demildest rêvebir di derbarê vê yekê de piştgirî bidin me.”
ÎLKHA