Li Rihayê ji teref Akademiya Ramanên Ciwan ên endamên Platforma Evîndarên Pêxember (GEDAK) ve panelekî bi navê ‘di Îslamê de malbat, goftuguya di nabeyna hevseran de û perwerdehiya zarokan’ panelek hat lidarxistin.
Îlahiyatnas-Nivîskar Doç. Dr. Celîl Abuzer, Sosyolog Fehmî Gov û Pisporê Şêwirmendî û Rêberiyê ya Psîkolojîk Osman Arpag û hemwelatî beşdarê bernamê bûn.
Endamê Lijneya Rêvebiriya GEDAKê Ahmet Ergun di axavtina destpêkê kir. Ergun diyar kir pêwîst e li dijî emperyalîstan yên ku hewl tên dayîn ku civakê îfsad dikin bi hev re hereket were kirin. Ergun dûvre wiha diyar kir: “Em dibînin ku di encama desîse û baziyên emperyalîzm û deccalîzmê de civak çawa tên îfsadkirin. Pêwîst e li dijî emperyalîstan yên ku hewl tên dayîn ku civakê îfsad dikin bi hev re hereket were kirin.”
“Malbat, penah û bingeha me ye”
Îlahiyatnas-Nivîskar Doç. Dr. Celîl Abuzer diyar kir divê saziya ku mirov tê de kêsayeta Îslamî bi dest dixe li dijî derbekeran were parastin. Dûvre Abuzer wiha pê de çû: “Di nav vê saziya civakî ya ku em hewl didin şekl bidinê em dimeşin. Em hewl didin nasname, kesayet û helwesta xwe saz bikin. Îslam nîzamiyekî jiyanê ye. Hikmên her qadê di nav xwe de dihewîne. Nêrîna însanê ya însan û dinyayê wek şekl tenzîm dike. Malbat, penah û bingeha me ye. Malbat ew der e ku em li wir nasnameya xwe ya Îslamî bidest dixin.”
Sosyolog Fehmî Gov jî di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Îro roj bi taybet bi dejenerasyona civakî re di têkiliyên malbatî yên me de gelek pirsgirêk çêbûne. Sedemekî vê yekê jî ew e ku em li dijî tîrên dereîslamî xwe naparêzin û li dijî vê yekê parastinekî saz nakin. Di malbatê de heskirin agir e. Pêwîst e ku mirovê wê xwedî bike.”
“Dê û bav çawa bidin terbiyet zarok wisa mezin dibe”
Pisporê Şêwirmendî û Rêberiyê ya Psîkolojîk Osman Arpag qala perwerdehiya zarokan kir. Dûvre Arpag wiha li xavtina xwe zêde kir: “Hemî zarok li ser fitreta Îslamî tên dinê. Dê û bav wê ya dikin Yahûdî yan jî Mecûsî. Heke em fitretê bişihibînin avek paqij an jî qedehekî vala dê û bav vê qedehê dadigirin. Em dikarin neqencî jê têxin nav vê qedehê. Dê û bav çawa bidin terbiyet zarok wisa mezin dibe.” (ÎLKHA)