Malbata 8 kesî ya ku ji Cizîrê koç kiriye benda alîkariyê ye

Li navçeya Cizîra Şernexê ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve malbeta 8 kesî ya ku koçê Entabê kiriye li benda alîkariyê ye.

Ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve ya ku ji 2 mehê zêdetir e didome malbata 8 kesî ya ku koçê bajarê Entabê kiriye li cem xizmên xwe sitiriye li benda alîkariyê ye.

Y.Uyê ku sermiyanê malêye 45 roj bere ji Cizîrê mal û karê xwe terk kir û koçê Entabê kir. Y.U, diyar kir ku di Entabê de li cem Xizmên xwe sitirîne. Her wiha dema ku koç kirine bes çend perçe eşya bi xwe re birine Entabê. Di derbarê vê yekê de Y.U, wiha destnîşan kir: “Ez di rewşekê xerab de me. Mala ku niha ez tê de dijîm kirê ye. Min nekarî ku ez kirêya xwe bidim. Meha ewil kirêya min xizmên min dan. Lê derfetên wan yê aborî tune. Niha tu kes xwedî li min dernakeve.”

Y.U, destnîşan kir ji ber ku qedexeya derketina derve zêde domî û pevçûn bi şiklekî tûnd berdewam kir gel çareyê di koç kirine de dît. Dûvre Y.U axavtina xwe wiha domand: “Ji ber dengê berikan û qedexeya derketina derve me nedikarîna ku ji mal derkevin. Em ji dengê berikan ditirsîna. Em ditirsîna me digot gelo dê tiştek bê serê zarrokên me. Em mecbur man ku koç bikin.”

“Li gelê xwe zilm dikin”

Y.U, diyar kir kesên ku zilm li gelê xwe dikin wan kesan hewalê Xwedê Teala kir. Y.U, axavtina xwe wiha domand: “Kethiyên têkiliya van  kesan bi Kurditiyê re tune. Ew zilm li gelê xwe dikin. Heke daxawaziya wan aşitî bûbûya dê me bi her wechê piştgirî bidaya wan kesan. Heke wan melhezeya gelê xwe bikirbana îro em dê divê rewşê de nebûna. Em mecbûr nediman ku axên xwe terk bikin. Ez kesên ku zilm li gelê xwe dikin hewalê Xwedê Teala dikim.”

“Me bi şiklekî zor zarokên xwe avêt piştê erebekê û dûvre em ji navçeyê revîn”

Y.U, diyar kir ku gel ji ber pevçûnan gelek mexdûr bûne. Dûvre Y.U, axavtina xwe wiha domand: “Wek gel me nekarî ku em midaxaleya çalan bikin. Lewra em bê qiwet bûn. Dewlet ji midaxaleya vê yekê nekir. Dûvre bûyer qewimîn. Di nabeynê de em şewitîn. Me bi şiklekî zor zarokên xwe avêt piştê erebekê û dûvre em ji navçeyê revîn. Me rojên dijwar dîtin.”

“Beriya pevçûnan  dema ku çal hatin vedan tu kes midaxaleya vê yekê nekir”

Beriya 7ê Hezîranê û piştê wê tu kes ji berîqet û kortên ku ji terf PKKê ve hatibûn saz kirin û kolandin dengê xwe ji vê yekê re dernexist. Y.U, wiha pê de çû: “Heke dewlet di wekt de vê rewşê asteng bikira îro rewş wiha nedibû. Beriya van pevçûnan dema ku kort dihatin vedan tu kes midaxaleya vê nekir. Gel bi telefonê dewletê xeberdar dikir. Dema ku me digot ‘Wirin li vir çal vedidin, ji me re digotin ev kes kîne ev çend kes in?’ Ez welatî me ji tere dibêjim li vir kort vedidin. Tu dê werî midaxaleya vê yekê bikî. Dewlet bi tu wechê midaxaleya vê yekê nedikir.”

“Ji bo xwarinê me penîrên ku ji bo zivistanê amade kiribû didan zarokên xwe”

Y.U, diyar kir ku di pêvajoya qedexeya derketina derve de tu kes alîkariyên wan nekirine. Y.U, wiha pêde çû: “Ceyran hatibûn birin av jî nediherikiya. Lê me penîrên ku ji bo zivistanê amade kiribû didan zarokên xwe. Me bi arên ku di malê de mabû hewl didan ku em nan bipêjin. Me di rojekê de bes du caran xwarin dixwar. Rastî ew ro gelek zor û bi zehmet bûn.”

Y.U, diyar kir ku zarokên wî di vê pêvajoyê de ji perwerdehiyê li paş mane. Dûvre Y.U, axavtina xwe wiha domand: “4 zarokên min diçûn dibistanê. Îsal ji perwerdehiyê li paş man. Rewşa min yê aborî baş nînin. Wek bav ez dixwazim ku zarokên xwe bidim xwendin. Em nizanin gelo dê rewşa perwerdehiya zarokên me çawa bibe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar