Di êrîşa bombeyî yê ku doh bişev li Çinarê hat kirin de yek ji wan dergûşekê 5 mehî bi tevahî 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 3 kesên ku ji malbata Açikgozê bûn bi hêstirên çavan re hatin definkirin.
Di teqînê de bav Lokman Açikgoz (33) û zarokên wî Murat Alper Açikgoz (8) û Ecrîn Açikgoz (1) di Goristana Asrî ya Çinarê de piştî nimêja cinazê hatin definkirin.
Di êrîşa ku doh bişev hatibû kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn, 40 kes birîndar bûbûn û gelek mal, dikan û wesayît jî zirarê dîtibûn. (ÎLKHA)