Malbata Kiliç tev de ji 10 nefsan pêk tê û her 10 nefs jî li Taxa Hersana Bidlsîê hewil didin pêkve di odeyekê amleke kavil û xirabe de bijîn. Lewra piştî ku xaniya malbatê ya ji axê xera bû re Malbata KIliç ji naçarî digel 10 nefsên xwe hewil dide di odeya li ber kavilbûnê de bijî. Malbat niha li benda alîkariya xêrxwazan e.
“Li malê ne ceyran û ne jî mitbax û banyo heye”
Reşît Kiliçê ku mezinê malê ye derheqê rewşa dilşewat a malbata xwe de axivî derheqê mijarê de diyar kir ew digel 9 nefsên malbata xwe hewil didin di odeyeke ku aîdî cîranên wî ye de dimînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez û xanim û 8 qîzên xwe hewil didin di vê mal bi odeyekê de bimînin. Di mal de ne ceyran, ne banyo û ne jî mitbax heye. Êvaran em ji tirsa maran narazin. Ji xwe di vê odeya biçûk de em 10 kes nikarin xwe dirêj bikin. Her der bi maran hatiye dagirtin. Berî niha malekî min hebû û hilweşiya. Di vê mala ku em tê de ne pisîk her roj marekî digrin. Em di rewşeke xirap de ne.”
“Em ji tirsa maran nikarin razin”
Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev odeya ku niha ew tê de cîranên wî dane wan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala wan ava be û Xweda ji wan razî be. Cîranekî me hat ji me re got werin alavên xwe têxin vê odê. Û ji me re got ku ode bi xetere ye û mar di nav de hene. Weke ku hûn dibînim ceyrana me tuneye. Me hemû tişt da ber çavan û em hatin vê derê. Ez ji walîtiyê û ji rayedaran daxwazeke tenê dikim; bila vê odeya ku em tê de tamîr bikin. Derfeta min tuneye, em tev de 10 nefs hewil didin di vê odê de bijîn. Em di rewşeke bi zehmet de ne.Xweda ji xêrxwazan razî be.”
Zehra Kiliça ku zaroka malbatê ye jî derbarê rewşa malbata xwe de wiha axaivî: “ Em digel dê û bav tev de 10 nefs di vê odê de dijîn. Ciheke em lê razin û xwarinê çêkin tuneye. Bila ji me re bibin alîkar. Li her derî mar hene. Em êvaran ji tirsa maran ranazin.”(ÎLKHA)