Malbata êtîm yê ku xanîyê wan şewitî li hêvîya alîkarîyê ne

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di encama şewatê de, xanîyek bêkar bûye.

Bûyer, doh di seat 11.00an de li Gundê Kerxê ya ku girêdayê navçeya Bismilê ye qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di mala ku Muhlîse Kizilay (55) û kûrê wê Azat Kizilay(23) tê de dijîn de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Li ser xeberdayîna gundîyan ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ekîbên îtfaîyeyê şewatê tefandin û kirin bin kontrolê.

Di encama şewatê de di xanî de tiştek nema.

Li gorî agahîyên ku ji gundîyan hatîye bidestxisitn Muhlîse Kizilay, di sala 2020an de mirê wê ji ber şoba Coronavîrusê canê xwe ji dest daye, bi tevî kurê xwe di nav xanîyeke ku wek wêrane de dijî.

Hat destnîşankirin ku Azat Kizilay ê ku ew tenê di nav wê malê de dixebite, bi karên rojê îdareya xwe dikin.

Malbata ku cîheke cuda yê ku tê de bimînin tineye, li hêvîya destekî alîkarîyê ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin