Pevçûnên li Rojhilata Navîn mexdûrkirina bi hezaran kesî didomîne.
Malbateke filistînî bi ser Sûriyê re xwestin derbasî Tirkiyê bibin, li sînor bav Ebdunnasir Sûqayr û du kurên xwe derbasî hêla Tirkiyê bûn, lê jin û keç û kurekî wî ji aliyê eskerên Sûriyê ve hatin girtin.
Bav Ebdunnasir tiştên ku bi serê wan de qewimîye ji Ajansa Îlkeyê re wiha got:
“Li Ğezze û Filistînê herb hebû. Em bi rojan birçî man. Me qirar da ku koç bikin. Ewilî em çûn Urdunê, ji wê derê pey rêwîtiya 3 rojan a ser behrê, em derbasî Sûriyê bûn. Ji ber ku li Sûriyê şer hebû, me qirar da ku derbasî Tirkiyê bibin. Qederê 18 saetan em meşiyan û gihaştin deriyê sînor ê Kîlîsê. Ji ber ku pasaportên me tune bûn, nehiştin em di derî re derbas bin.”
Ebdunnasir Sûqayr wiha dewam kir:
“Îcar me hewl da ku di nav têlsincikan re derbasî hêla Tirkiyê bibin. Ez û du kurê min em derbas bûn lê xanima min, keça mina 10 salî û kurê minî 15 salî, ji aliyê eskerên Sûriyê ve hatin girtin. Li ber çavê min li kurê min dan û min nikaribû tiştek bikira. Rûyê wî di xwînê de hiştin. Destê hersêyan ji paş ve kelepçe kirin û ew birin. Me bêçare li wan seyr kir. Paşê em hatin Kîlîsê û ji wir hatin Rihayê.”
Ebdunnasir da zanîn ku rojê bi 15 lîrayê di înşaetan de dixebite, kurên wî jî şûşeyên pet berhev dikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Bav ji bo anîna xanim û du zarokên xwe li hêviya alîkariyê ye.