Malbata min bû 3 parçe

ŞERNEX - Malbatên Şernexî yên ku ev bû 3 meh mecbûr mane di konan de bijîn ji ber tiştê ku PKK bi wan daye jiyandin bertek nîşan dan.

Malbatên Şernexî  yên ku ji ber çal û barîkatên PKKê mecbûr mabûn malên xwe terk bikin a niha li gundê Milgaşantiytê di konên ku vedane de hewil didin bijîn.

Malbatên ku hejmera wan tevda 350 kes e û rewşa wan a maddî nebaş e ev bû nêzî 3 mehan di van konên ku li gundê Milgaşantiyê danîne de bijîn.

Malbatên ku mecbûr mabûn malên xwe terk bikin diyar kirin mişkîleya wan a herî mezin  kanalizasyon û av e.

 “Çi anîn serê me , zilm li me kirin”

Kesekî Şernexî yê ku ev bû 3 meh di konan de dijî û nedixwast navê xwe aşkere bike di derbarê  mijarê de diyar kir malbata wî ya ku ji 7 nefsî pêk dihat bûye 3 parçe.Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û pîreka min, em li vir in, lawekî min çû Enqerê, 2 zarokê min û bûka min jî çûn  Qoserê.Malbata min a ku ji 7 nefsan pêk dihat bû 3 parçe.Hûn halê me dibînin, gelo ji vê re gotin hewce dike?Em di konê de û pir germ e, em nizanin çi bikin? Me vê nedixwast.Çi tişt anîn serê me , zilm li me kirin.Me vê yekê anî serê xwe. Ker hene û heta ku ker hebin jî ew ê halê me bi vî awayî be.

 “Me ji malên me derxistin, dan koçkirin û zarok û pîrekên me mecbûr man ku koçî xerbê bikin”

Kesê Şernexî di berdewama axavtina xwe de diyar kir mirov nikare hema piçekî jî van bûyeran biparêze û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelo Kurdîtî tenê li 3 bajêran heye? Na.Rojhilat û Başûrê Rojhilat seranser Kurd e.Gelo tenê yên li van her 3 bajêran Kurd in.Na. Çi anîn serê me. Me ji malên me derxistin, dan koçkirin û zarok û pîrekên me mecbûr man ku koçî xerbê bikin.Zarokên me axavtina bi Kurdî ji bîr kirin.Ev ne tiştekî asayî ye.”(ÎLKHA)

 





 



 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye