Malbata Muhammed Silêman: Lawê me ji teref PYDê ve hat revandin

Malbata Muhammed Silêmanê ku li Kobanîya Rojava dijî destnîşan kir, lawê wan ji teref PYD/PKKê ve hat revandin û gelek îşkenceyên tund û dijwar lê hatin kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref malbatê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, lawê wan Muhammed di 1ê Tîrmehê de ji teref PYD/PKKê ve hat revandin û dû re wiha hat gotin: “Muhammed Silêman qet ne nexweş bû. Piştî ku 4 roj ji ser revandina wî derbas bû re rewşa wî ya tenduristîyê nebaş bûye û hatiye rakirin nexweşxanê.”

“Ava kelandî li ser laşê wî dakirine”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de malbat destnîşan kir: “Gelek îşkenceyên tund li lawê me hatiye kirin. Ava kelandî li laşê wî dakirine. Em bang li partîyên Kurdan, sazîyên mafên însanan û civaka navneteweyî dikin da ku li lawê me xwedî derkevin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"