Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmeha 2014an  de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin serî li Mehkemeya Îdarî ya Diyarbekirê da û bi hinceya ku di van êrîşan de îhmala walîtiyê heye ji  Walîtiya Diyarbekirê gilîdar bû û lê doza tazmînatê vekir.

Di serîlêdanê de hat diyarkirin di warê astengkirina êrîşan û mudaxelekirina êrîşan de îhmala ewlehiyê heye.

Murat Sadakê ku Parêzerê Dozê ye derheqê serîlêdana ku hatiye kirin de daxuyanî da diyar kir a muhîm ne tazmînat, bereks di warê maddî de cezakirina kesên mesûl e.

Sadak diyar kir di wan bûyerên ku HDP/PKKyiyan derxistine de îhmalê cîddî yên ewlehiyê gelek zêde hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê îhmalê di warê cezayê kesên mesûl qet derneketin pêşiya darazê; qet nebe dibe ku bi vê tazmînatê bên cezakirin.”

Sadak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew  ne tenê ji bo Yasîn Boru ji bo temamê şehîdan serîlêdan kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me daxwaznameya xwe ya tazmînatê da ku ew jî teqrîben 28 hezar lîre ye. Ji bilî vê tu teleba me nehat qebûlkirin.Ji ber vê yekê me jî ji bo her malbatekê jî doza tazmînata ya nêzî 2 milyon nîv TL vekir.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin