Malbatên bi hisûmet li hev hatin

Li Rihayê du malbatên ku di navbera wan de hisûmet hebû bi navbeynkarîya xêrxwazan li hev hatin.

Li Harana Rihayê malbatên ku ji ber mirina kesekî di navbera wan de hisûmet dest pê kir bi navbeynkarîya xêrxwazan hatin lihevanîn.

Berî vê çendakî di navbera malbatên Atay û Ekberên ku mesûbê eşîrên Ubadî û Bînîyusuf in de ji ber mirina kesekî hisûmet û xwîndarî dest pê kir. Kesên xêrxwaz ên ku nedixwastin di navbera malbatan de mirine din çêbibin ketin navberê û hewil dan malbatên xwîndarî li hev bînin û bo vê yekê jî bi endamên her du eşîran re hevdîtin kirin û di encamê de malbat bi merasîmeke ku hat tertîpkirin li hev hatin.

Bo lihevhatinê xwarina aştîyê hat dayîn. Serokê Şaredarîya Eyyûbîyê ye  Mehmet Ekîncî  di merasîma xwarina aştîyê de  axavtinek kir û diyar kir ji bo cardin bûyerên wisa pêk neyên divê pêkve bê hereketkirin.

Ekîncî di berdewama  axavtina xwe de qala bûyera kuştinê ya ku pêk hatiye kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Bûyerên ku pêk hatine digel ku pir nexweş bin jî divê me werin bal hev û kesên ku tevlî vê bûyerê bûne û di nava wan de nexweşî rû dane li hev bînin. Vê yekê him dînê me û him jî orfa me ji me re emir dike. Ji xwe tu kes van tiştên wisa naxweze û teswîb nake. Me bi malbatan re hevdîtin kir û me ji wan re got ku divê dawî li vê hisûmetê bê anîn. Dil dixwast ku tiştên wisa nebûba. Em helwesta malbatan a di vî warî de teqdîr dikin. Di nav me de mezin û rîspîyên me hene.

Piştî axavtina ku hat kirin re dia hatin kirin û malbat hevdû hemêz kirin û li hev hatin.

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin