Malbatên ku zarokên wan di tarîxên cûda de ji teref pkkê ve hatine xapandin an jî bi zorê hatine revandin çîyê, li meydana Şêx Seîd a Diyarbekirê di çalakîyedene, çûn Enqerê.
Malbatên dilşewat ji bo zarokên wan serbest bên berdan, wê li Enqerê bi serokcimhûr Recep Tayyîp Erdoğan, serokwezîr Ahmet Davûtoğlû, partîyên sîyasî û cûrbecûr sazîyên sivîl re hevdîtinan pêk bînin.
Dê û bavên zarokên hatine revandin, di 19ê Gulanê de li Dîyarbekirê dest bi çalakîyê kiribûn û ji bo dengê xwe bilind bikin û ji rayedaran alîkarîyê bixwazin, qirar dabûn ku wê çalakîya xwe li Enqerê bidomînin. Malbatên dilşewat bi du qafîleyan ketibûn rê û îro gîhan Enqerê. Wê malbat li ber meclîsê dengê xwe bilind bikin.
Di 23ê Hezîranê de jî, malbatên zarokan çûbûn Enqerê û bi serokcumhûr û serokwezîr û gelek rayedaran re hatibûn cem hev û ji wan hêviya destek û alîkarîyê kiribûn, lê tu encam nehatibû bidestxistin.