Malbatên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin Ozgur-Derê ziyaret kirin

ÊLIH - Malbatên mehqûmên ku ji teref FETO ve bi kumpas û komployan hatine girtin Şaxa Êlihê ya Ozgur-Derê ziyaret kirin û mexdûriyetên ku ew jiyanê anîn ziman.

Înîsîyatîfa Malbatên ku Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ne Şaxa Ozgur-Derê ya Êlihê ziyaret kirin.Malbat ji teref Serokê Şaxa Êlihê yê Ozgur-Derê Remezan Çelîkalp û endamên komelê ve hatin pêşîwazîkirin.Malbat di dema ziyaretê de mexdûriyetên xwe anîn ziman û destekê teleb kirin.

Di dema ziyareta ku hat kirin de berdevkê malbatên mexdûr Huseyîm Olam qala mexdûrîyeta malbat û naskiryên wan kir û wiha axivî: “Ew mehqûmên ku ji teref daraz û polêsên FETO ve bi kumpas û komployan hatine girtin divê êdî bên dîtin.Em di rabirdûyê de bûn mexdûrê JÎTEM û Ergenekon û dû re jî em bûn mexdûrê FETO.Ji teref FETO ve li herema me li dijî camîayên Îslamî kiryarên nehiqûqî hatin kirin.Ev kes, însanan revandin û cinayetan kirin.Ji vê re mînaka herî eşkere mînaka Cevzet Soysal e. Divê êdî ev mexdûriyet bên dîtin.”

Mihemed Şatê ku endamê Ozgur-Derê ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir rûyê rastî ya FETO piştî 15ê Tîrmehê derketiye holê û di warê mexdûriyetan de wiha bang li hikûmetê kir: “Em teleb dikin hikûmet demildest van mexdûriyetan bibîne û van ji rastê rabike.Êdî bila ev zilim xelas bibin.Bi qasî yên hundir ên derve jî zehmetiyê dikşînin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye