Malbatên ku zarokên wan di tarîxên cûda de, ji teref PKKê ve hatine revandin, ji bo dengê xwe bilind bikin dest bi çalakîya rûniştinê kiribûn.
Çalakîya dayikên dilsoj bi ser 100 rojî ket. Malbat bi hêvîya vegera zarokên xwe çalakîya xwe didomînin.
Malbatên ku tenê daxwaza wan gihaştina zarokên wan e, 100 roj berê li ber beledîya bajarê mezin a Dîyarbekirê dest bi çalakîyê kiribûn. Lê çalakîya dayîkên dilsoj ji teref beledîya BDPê ve hatibû astengkirin û malbatan li ser meydana Şêx Seîd çalakîya xwe dewam kiribûn.
Malbatan dîyar kir ku ev çar meh e di çalakîyê de ne û di van çar mehan de gelek zor û zahmetî kişandine. Malbatan îfrade kirin ku naxwazin zarokên wan li çîyê bijîn û heta encamekê bi dest nexin, dev ji çalakîya xwe bernadin.
Çınarın Sesi