Malbatên mehkûmên FETO û 28ê Sibatê bi çapemeniyê re hatin bal hev

Înîsîyatîfa Malbatên Mahkûmên ku Mexdûrê FETO û 28ê Sibatê ji bo ku di derbarê mexdûrîyetên ku jiyanê de agahî bidin bi endamên çapemeniyê yên mehelî û navneteweyî yên li Wanê re hatin bal hev.

Di civîna ku hat lidarxistin de metna daxuyaniya çapemeniyê li ser navê înîsîyatîfê ji teref Fehmî Balka ve hat xwendin.Balkan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir malbatên mehkûmên Yûsufî  ne efûyê, darizandineke nû dixwazin.

Balkan di berdewama daxuyaniya ku xwend de di derbarê mijarê de wiha ragihand: “ Ew hakimên ku ceza dan naskirîyên me ji endamtiya FETOyê hatin girtin.Yanî ew hakim ne li gor wicdan û hiqûqê li gor talîmatên ku wergirtine cezayan dan.Ew dosyayên ku ji vê cezayê re wek delîl hatin nîşandan jî ji teref dozger û polêsan  FETOyîst ve hatin amadekirin.”

 “Rastiyên wan şanoyên ku di wextê wê de hatibûn lîstin derdikevin holê”

Balka di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mehkûmên ku mexdûrê 28ê Sibatê ne  ji ber xizmetên xwe yên Îslamî hatine girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev birayên me yên ku bi kumpasan bi salan di girtîgehê de tên girtin tenê ji ber ku mutedeyyîn bûn, bûn hedef. Masûmiyeta van însanan her roja ku derbas dibe zêdetir tê fêmkirin û rastiyên wan şanoyên ku di wextê wê de hatibûn lîstin derdikevin holê.Guneh û webala her wextê ku ew însan wextên xwe di girtîgehê de diborînin di stûyê rayedaran de ye.Em ji tu kesî efûyê naxwazin, em tenê vekirina rêya darizandina ji nû ve teleb dikin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Ehmed Taşê ku bavê mehkûm Yakup Taşî ye di derbarê mijarê de mexdûriyetên xwe anî ziman û destnîşan kir ew efûyê naxwazin, ew tenê vekirina rêya darizandina ji nû ve teleb dikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye