Malbatên Nisêbînî naxwazin zivistanê di konan de derbas bikin

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve qismen didome malbtên ku di kon û bereqan de dijîn ji bo ku demsala zivistanê di germahiyê de derbas bikin ji rêvebiran alîkarî dixwazin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve qismen didome malbtên ku di kon û bereqan de dijîn ji bo ku demsala zivistanê di avahiyeke gerim de derbas bikin ji rêvebiran alîkarî dixwazin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê de xerakirina avahiyên xisardar didome. Gelê ku li van taxan dijîn di kon û bereqan de dimînin.

Malbatên ku diyar kirin ew ber di Taxa Bahçebaşi ya girêdayê navçeyê de dijiyan diyar kirin ji ber ku meha derbas bû di konê de şewat derket ew dîsa li derve mane. Piştî vê yekê wan bi alîkariya xêrxazan li dereke din konî bereqe û konteynir saz kirine.

 “Me havînê di konê de derbas kir qe nebe bila em zivistanê di malê de derbas bikin”

Şehrîye Yakuta nişteciyê navçeyê diyar kir ku maleke wê ya 2 qat xirabûye û ew bi 2 zarokên xwe yên astengdar re perîşan bûne. Dûvre Yakut wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adarê pê ve dest pê kir di derdora Gundê Bahçebaşiyê de me kon veda. Me germahiya Nisêbînê li wir di nav ax û xweliyê de derbas kir. Em perîşan bûn. Piştî 7 mehan di konê de şewat derket. Her tiştên me şewitî. Zarokên me biçûk in. zarokên min ên astengdar hene. Tu kesî alîkariya min nekir. Mala me xera bû. Ji ber ku derfetên me tunebû em mecbûr man di konê de jiyan.”

“Em naxwazin zivistanê di konê de bijîn”

Selîm Yakut ragihand ku mala wan a di Taxa Firatê de xera bûye. Dûvre Yakut wiha axivî: “Ji roja ku qedexeya derketina derve dest pê kiriye heta îro me nisêbînê terk kiriye. Ev 8 meh e ku em di vê rewşê de ne. Em 10 kes di vê konê de dimanîna. Ceyran û ava me tunebû. Dûvre di konê de şewat derket. Konên 2 malbatan şewitî. Dûvre em hatin vir. Xêrxwazan alîkariya me kirin. Xêrxwazan ji me re konteynir anîn. Niha em di kon û koneyniran de dimînin. Wekê ku hûn dibînin em rezîl û perîşan bûne. Beriya me zivistan e. Em naxwazin zivistanê di konê de bijîn.”

ÎLKHA























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye