Malbatên Şehîdên 6-7ê cotmehê eydê bi şikleke dilşikestî derbas dikin

DİYARBEKİR - Malbatên Şehîdên 6-7ê cotmehê eydê bi şikleke dilşikestî derbas dikin

Malbatên Şehîdên  ku di 6-7ê cotmehê de li Diyarbekirê bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş  ji teref PKK/HDPyiyan  ve hatibûn  şehîdkirin eydê bi şikleke dilşikestî derbas dikin.

Ev bû 3 eyd ku malbat bêyî zarokên xwe eydan diborînin. Malbatên Şehîdên  ku di 6-7ê cotmehê de li Diyarbekirê bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş  ji teref PKK/HDPyiyan  ve hatibûn  şehîdkirin eyda xwe  bi şikleke dilşikestî derbas dikin û malbat diyar kirin ji ber ku Selahaddîn Demîrtaş bûyeran dayepêkirin divê bê darizandin.

Mehmet Gokgozê ku bavê Şehîd Hesen Gokgoz e diyar kir bêyî zarokan borandina eydê bi zehmet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min lawê xwe şehîd da ku ez ji vê yekê bextewar û şad im.Em amadene ku di vê rêyê de şehîd bibin.Xwezî wekî Hesen 10 zarokên min ên din jî hebana min di oxira van xizmetan de wan feda kiribana.Şehîdî mertebeke pir xweş e.Xweda ji wan kesên ku destekê didin me û li cem me cî digirin  razî be.”

 “Çavên neviyên min li bavê xwe digerin”

Gokgoz di berdewama axavtina xwe diyar kir ji ber ku neviyên wî êtîm mane ew xemgîn e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Ez wê rojê li Edenê bûm.Neviyê min ê biçûk hat ba min û got ‘Min geleke zêde beriya bavê xwe kiriye.’ Çavên neviyên min li bavê xwe digerin.Ev yek pir bi zehmet e.”

“Demîrtaş bûyeran da pêkirin, ez dixwazim ew bê darizandin”

Oztekîn Dakakê ku bavê Şehîd Huseyîn Dakak e diyar kir Selahaddîn Demîrtaş bûyerên 6-7ê cotmahê daye pêkirin û xwest ku ew bê darizandin.Dakak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sal derbas bibin jî ez dê lawê xwe ji bîr nekim.Xweda ji van Mislimanên ku hatine vê derê razî be.Ew şehadeta lawê min ji bîr nekirin û nedan jibîrkirin.Xweda heqê zarokên me ji wan re nehêle.Hey qezaba wan kesên ku vê wehşetê kirine bişewite.Em ji şehadeta lawê xwe nepoşmanim.Xweda şehadeta wî qebûl bike.Problemekeke me tenê heye ku ew jî bi mehkemeyan re ye.Weke ku tê zanîn destnedayîna parlementeran rabûn.Em wek naskiriyên mexdûran  ji Selahaddîn Demîrtaş gilîdar bûn.Em dixwazin Selahadîn Demîrtaş wek kesê ku bûyeran daye pêkirin bê darizandin.”

Fîkrî Boruyê ku bavê Şehîd Yasîn e di derbarê mijarê de diyar kir eyda wan bi dilşikestîbûnê derbas dibe û ew ji ber xemgîniya ku dijî nexwast biaxive. (ÎLKHA)
 















 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye