Malkirina li saziyeke xerab a bernameyên Wîladeta Pîroz cehaleteke mezin e

Platforma Evîndarên Pêxember a ku ji manşeta rojnameya Tirkiyê re bertek nîşan da, destnîşan kir xeflet û cehaleteke mezin e mirov bernameyên Wîladeta Pîroz li FETO bike mal.

Platforma Evîndarên Pêxember a kul i Tirkiye û gelek welatên Ewrûpayê bernameyên Wîladeta Pîroz lidar dixe ji manşeta rojnameya Tirkiyê re bertek nîşan da, destnîşan kir xeflet û cehaleteke mezin e mirov bernameyên Wîladeta Pîroz li FETO bike mal.

Di daxuyaniya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Çendîn qerne ku li welatên Îslamê ji teref Mislimanan ve Wîladeta Pîroz a Pêxemberê me, Mewlîda Pîroz nîşandana wek ev dûvre derketiye holê û malkirina li saziyeke xerab heke niyeteke xerab nebe xeflet û cehaleteke mezin e.”

Di daxuyaniya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Qendîla Mewlîdê, bi gotina me ya îro Wîladeta Pîroz, li hinek welatên Îslamê gor Teqwîma Hîcrî di meha Rebîul-Evvel de û li hinek welatan jî gor Teqwîma Mîladî di meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Bernameyên wiha yên ku armanc ew e Pêxemberê ji civakê re bidin naskirin dikin mijara polemîkê. Ev yek an ji ber dijmintiya li dijî Îslamê yan jî ji ber cehalet û xefletê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Pêxemberê me nirxa Ummetê ya hevpar e. Nasandin û danhezkirina Wî wezîfa herkesê ye. Bernamreyên wiha bes ya komek an cemaeteke nîne. Ev nêrîn çewt e. Wek Platforma Evîndarên Pêxember, em van helestan rast nabînin û bang li hemî komên Îslamî dikin da ku bernameyên wiha lidar bixin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin