Li ser beyana serokwezîr Erdoğan ya derheqê dersa bijarte ya Zimanê Kurdî, hem li zanîngeha Bîngolê hem jî li zanîngeha Artûklûyê, ji bo bernameya sertîfîkayê teleb zêdebû.
Zanîngeha Bingolê eşkere kiribû ku wê him bi zaravayê kurmancî, him jî bi yê zazakî, wê 140 namzedên mamostatiyê bigre û perwerde bike. Serlêdana mamostetiya dersa Kurdî bi dawî bû. Li her dû zanîngehan, heta niha yekun 3 hezar kes muracaet kirin. Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî ya zanîngeha Bîngolê Nûsrettîn Bolellî diyar kir ku ji bo kontenjana 140î, 500 kesî muracaet kiriye.
Berpirsiyarên zanîngeha Artûklû jî beyan kir ku îmtîhana ji bo mamostatiya Kurdî, wê îro li 8 mekteban bê li dar xistin û wê di seha xwe de li Tirkiye yekane be. Wê sinav di eyara OSYM de be. Îmtîhana li zanîngeha Bîngolê jî, sibê tê li dar xistin. Kesên ku îmtîhanê derbas bikin, wê salekê perwerdehiya zimanê Kurdî bibînin. Wê di Îlona 2013an de jî, dest bi wezîfê bikin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq