Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir

Li Êlihê (Batmênê) masîgirekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, hemû masiyên ku wê di rojekê de bifroşta bexşî kermesa ku ji hêla Karwana Hêviyê ve ji bo sêwî û hewcedaran hatibû organîzekirin û bi vê yekê mînakeke xweş a piştevaniyê nîşan da.

Li Batmênê masîgirekî xêrxwaz, bi mebesta piştgirîdayîna malbatên sêwî û hewcedar alîkariyeke watedar pêşkêş kir.

Karsazê ku nexwest navê xwe eşkere bike, hemû masiyên ku dê di rojekê de bifroşta, bexşî Komeleya Karwana Hêviyê kir ku li kêleka Parka Atatürkê bi dirûşma "Bibe Hêvî Ji Bo Hewcedaran" kermesek li dar dixist.

Ev bexşîna ku ji bo berjewendiya kesên hewcedar hat kirin, hesasiyeta karsazan a di derbarê piştevaniyê û parvekirinê de derxist holê.

Piştgiriya masîgirê ku firotina xwe ya rojane ji bo karê xêrê veqetand, tevkariyeke girîng da xebatên alîkariyê yên ku ji bo malbatên sêwî û hewcedar têne kirin.

Adnan Önder

"‘Ev cûreyên alîkariyê kelecana me zêde dikin’"

Sekreterê Komeleya Karwana Hêviyê Adnan Önder ê ku masiyên hatine bexşkirin teslim girtin, spasiya karsazê xêrxwaz kir û diyar kir ku ev cûreyên piştgiriyê hêzê dide wan.

Önder bal kişand ser giringiya tevkariya xêrxwazan a di xebatên alîkariyê de yên ku ji bo gihîştina kesên hewcedar tên birêvebirin û teqez kir ku her alîkariya tê kirin giyanê piştevaniyê xurttir dike.

Önder da zanîn ku hesasiyeta ku masîgirê nexwest navê xwe eşkere bike nîşan daye ew kêfxweş kirine û anî ziman ku piştgiriya xêrxwazan di mijara domandina faalîyetên alîkariyê de kelecan û şewqa wan zêde dike.

"Werin em kesên hewcedar bi tenê nehêlin"

Önder ê ku banga alîkariyê li xêrxwazan kir, bal kişand ser giringiya piştgirîdayîna sêwiyan û malbatên hewcedar û bang li welatiyan kir ku li gorî derfetên xwe tevkariyê li xebatên alîkariyê bikin.

Önder diyar kir ku kermesa ku li kêleka Parka Atatürkê berdewam dike dibe wesîleya piştevaniya di navbera xêrxwaz û hewcedaran de û destnîşan kir ku divê neyê jibîrkirin ku alîkariyên biçûk an mezin ferq nake, dikarin ji bo malbatên hewcedar bibin hêvî.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî