Îsraîla rejîma terorê li perava Ğezzeyê, seha nêçîrê ji 6 mîlan daxist 5 mîlan. Hêzên behrê yên Îsraîla siyonîst 4 masîvanên filistînî bi hinceta ku seha nêçîrê derbas kirine binçav kirin.
Nîzar Ayyaşê serokê Sendîkaya Masîvanên Filistînê, binçavkirina masîvanan daxuyand. Ayyaş îfade kir ku masîvan bi bihana ku mesafeya nêçîrê derbas kirine hatin binçavkirin.
Ordîya Îsraîla îşgalker di heqê meseleyê de tu beyanat neda. Hêzên îşgalker çarşema borî jî, 2 filistînîyên masîvan binçav kiribûn, piştî çend saetan serbest berdabûn.
Li gorî Peymana Osloyê ya ku di 1993an de di navbera Filistîn û Îsraîla siyonîst de hatibû îmzekirin, seha nêçîrê ya masîvanên Filistînê 20 mîl e.
Lê paşê rejîma terorê kêfî seha nêçîrê kurt kiriye. Di vê çarçoveyê de carna gulle bera qeyikên masîvanên Filistînê dane û masîvan binçav kirine.