Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Bedlîsê, li rexê rê, gava wesaîta polîsên hereketa xisûsî derbas bû, mayinek teqiya. Bi teqinê, polîsek birîndar bû. Hadîse di riya navbera Bedlîsê û Bayqanê de qewimî.
Hat diyar kirin ku li herêma hadîseyê, ji ber û hewayê operasyon dest pê buye.
Li aliyê din, hat îddîa kirin ku mensûbên PKKê, li Dêrsimê, 4 karker revandine. Karker ji bo şîrketek taşeronê, di karê rê de dixebitîn. PKKyî wesaîtek wan jî şewitandine, karkerek jî berdane. Li ser hadîseyê operasyon hat rast kirin.
Her wiha hat îddîa kirin, li hêla Şemzîna Colamêrgê jî, di cîhê ku berê ji eskeran re qonax bû, melzemên teqîn û mayinê hat dîtin. Melzeme hatine îmha kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)