Mayin û Kuştin

Li Wanê Mayin Teqiya, Li Qilebanê Jî Cerdevanek Hat Kuştin

Li gor xeberan hat îfade kirin ku mensûbên PKKê ewilî mayina ku ji bo trêna bar bicîhkiribûn diteqînin. Piştî teqînê li ser hadiseyê operasyon dest pê dike. Di operasyonê de, mayinek din ji dûranîve tê teqandin. Di teqînê de 4 esker birîndar dibin. Bi helîkopteran wan radikin nexweşxana Wanê.

Li aliyê din li Şirnexê li gundê Taşdelena Qilebanê cerdevanek, ji teref kesên nenas ve hat kuştin. Cerdevan do bişev diçû malê. Bi sîlehên otomatîk hat kuştin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin