“Me lava û hêvî kir lê gûh nedan me”

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê karkerên xwediyê avahiya ku bi binasiya bê ruxset hatiye avavkirin hat xerakirin diyar kirin amûrên wan ên înşaetê jî di nav avahiyê de bûye û êdî nayên bikaranîn.

Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê karkerên xwediyê avahiya ku bi binasiya bê ruxset hatiye avavkirin hat xerakirin diyar kirin amûrên wan ên buhayê wê nezî 35 hezar TL bûye jî di nav avahiyê de bûye û êdî nayên bikaranîn. Karkeran diyar kirin bila ew zirarê ku karkeran dîtiye ji teref dewletê ve were temînkirin.

Ji karkeran Vahît Akbaş diyar kir ku amûrên di nav avahiyê de ji avahiyê qîmettir bûye. Dûvre Akbaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me nan dibir mala xwe. Şaredariya ku bi binasiya rûxseta vê avahiya wek înşeat xera kiriye qet mulaheza karkeran nake! Amurên me yên ji bo qalibê yên di qîmeta 35 hezar lîre de bi avahiyê re xera kirin. Eşyayên me yên di avahiyê de ji avahiyê biqîmettir bû.”

Akbaşê ku ji ber şerê Sûrê mecbûr mabû koç kiribû wiha destnîşan kir: “Me li Sûrê sîlekî ji PKKê xwaribû. Me yekî jî ji dewletê xwar. Me bi qalibên xwe debara xwe temîn dikir.”

Akbaş daxwazî kir bila zirarê ku wî dîtiye ji teref dewletê ve were temînkirin. Dûvre Aktaş wiha pê de çû: “Sibê tîmên şaredariyê bi makîneyên îşê ve hatin û xwestin ku mala em saz dikin xera bikin. Me ji wan re got ‘misade bikin em van qaliban derêxin.’ Em nanê xwe ji vir qezenc dikin. Em di înşeatan de dixebitin. Heke îzin bidana me dê me qaliban derxistiba. Me lava û hêvî kir lê gûh nedan me. Em li Sûrê mexdûr bûbûn. Bi zorî rewşa me hinek baş bûbû. Niha jî dewlet vê yekê anî serê me.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye