Xeberan diyar kir ku muxalefeta Sûriye, li Qahîreyê civiya ye. Di civînê de muxalefet meclîsek nû ava kir. Meclîsa nû ji 15 kesan pêk tê û serekê wê jî Heysem Melîh e. Giraniya meclîsê ji ordiya azad a Sûriye ye.
Muxalefeta Sûriye li Misrê li Qahîreyê civiya. Hinek wekîlên Siûdî û Kûweytî jî civîn takîb kirin. Temsîlkarên Turkmenan beşdarî civînê nebûn. Di civînê de, qirara li bakura Sûriye, avakirina herêmeke rizgar hat dayîn. Wê meclîsa bi serekatiya Melîh, gazî hemî muxalefeta çekdar bike ku li ber Esed bi hev re şer bikin.
Di dawiya civînê de Heysem Melîh wiha got “Emê hemî muxalîfan dawetî bakurê Sûriye bikin. Êdî wê herkes mucadela xwe ya çekdarî û siyasî li ser erda Sûriye bide.”
Li aliyê din li Helebê û li hinek bajarên din şerê di navbera hêzên Esed û muxalîfan de dewam dike. Do di pevçûnan de zêdetirî 80 kes hatin kuştin. Di nav wan de 2 albay û 22 esker jî 137 kes derbasî Tirkiye bûn. Muxabîrê Ajansa Anadolûyê Sînan Gul jî, li Sûriye bi gulên hêzên Esed birîndar bû û ji teref muxalîfan ve hat anîn Tirkiyeyê.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)