MED-ZEHRA Demîrtaş derewand

Hevserokê Giştî ya HDPê Selahadîn Demîrtaş di derbarê hilbijartinan de destnîşan kiribû ku koma MED-ZEHRAyê jî piştgirî daye HDPê. Koma MED-ZEHRAyê ew daxuyaniya Demîrtaş derewand.

Piştî ku Demîrtaş navên komên ku alîkarîya HDPê kirine aşkere kir re, koma MED-ZEHRAyê wê daxuyanîya ya ku di derbarê destekdayîna HDPê tekzîb kir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku Koma MED-ZEHRAyê heta îro HDP jî di nava vê de destek û piştgirî nedaye tu partîyên siyasî.

Di daxuyanîya ku Koma MED-ZEHRAyê belav kir de wiha hat ragihandin: “Koma MED-ZEHRAyê heta îro HDP jî di nava vê de destek û piştgirî nedaye tu partîyên siyasî. Her wiha heta îro di derbarê vê mijarê de tu daxuyanîyên piştgirî û alîkarîyê jî ji teref rayedarên me nehatiye dayîn. Em vê gotina birêz Demîrtaş ya di derbarê me de agahîyekê xelet a ku jê re hatîye pêşkeş kirin dinirxenin. Hinek ferdên cemaata me îcabetê vexwendina wan kirine û fikr û ramanên xwe anîne ziman. Lê ev ferd dildarên cemaatê ne, ne rayedar û berpirsîyar in. Ji ber vê yekê ew fikr û raman, hest û gotinên wan kesan Koma MED-ZEHRAyê girê nade, eleqedar nake.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin