Li Tirkiyê, gava êrîşek pêk bê, medya Tirkiyê ewilî alî û grûbên Îslamî sûcdar dike. Heta ku êrîş û hadîse zelal bibe, musluman û grûbên Îslamî, ji derew û îftîrayê medyayê têra xwe bipar dibin. Medyaya bê şerm û fedî, ewqas buxtanan dike, dûre jî mîna tiştek nekiribe, torr û qurretiya xwe dewam dike. Êrîşker û sûcdar eşkere bibin û ne ji grûbên Îslamî bin jî, medya ji ber buxtanên xwe ne şerm dike ne jî bi ber xwe ve diçe.
Do li sefaretxana Emrîka ya li Enqerê, êrîş û teqîn pêk hatibû. Di êrîşê de yek jê polîs dû kes hatibûn kuştin. Heman piştî hadîseya teqînê, meyda Tirkiyê dest bi sûcdarkirina grûbên Îslamî kir. Nexasim li ser El Qaîdeyê disekinî. Dûre eşkere bû ku êrîşker Ecevît Şanli yê 30 salî, endamekî rêxistina DHKP-Cê ye. Walîtiya Enqerê beyan kir ku di hadîseyê de, 6 kîlo TNT hatiye bikaranîn û bombê desta jî hatiye teqandin.
Hat diyarkirin ku Ecevit Şanli berî niha jî, êrîşî hinek deverê din kiriye. Ji wan erîşan yek, di sala 1997an de li ser Midûriyeta Ewlekariyê ya İstanbolê û yek jî li ser Artêşxaneya Harbiyê pêk aniye.