Mehkema cezaya giran ya 6an ya Diyarbekir ya ku, li doza KCKê dimeyzîne, der heqê bersûcên dozê de ceza birîn.
Di celseya qirarê de, di nav wan de parlementer Sariyildiz jî heye 12 bersûc ji ber ku bi rapor bûn tevlî celseyê nebûn, 29 kes hatin mehkemê.
Parêzer û ebûqatên bersûcan, teleb kirin ku heyeta mehkemê, li hêviya qanûna der heqê parastina bi zimanê dayikê be, ji ber vê yekê jî demek îlawe xwestin. Lê mehkeme vê telebê red kir. Hinek bersûcan jî xwestin ku bi zimanê dayikê parastina xwe bikin, mehkemê vê xwestinê jî qebûl nekir. Mehkemê paşê qirara xwe da.
Mehkema cezaya giran, ji 55 bersûcên doza KCKê li 40 kesan, bi îdda sûcên mensûbtiya orgutê û peyda kirina malzemên teqînê, di navbera 6-17 salan de cezaya hepsê birîn.