“Mehmet Akîf helbestwanê Îslam û Qur’anê ye”

MÊRDÎN - Li Mêrdînê Nivîskar û Helbestwan Mehmet Atîlla Maraşê ku bi minasebeta 80 mîn salvegera wefata Mehmet Akîf Ersoy beşdarê bernamê bû diyar kir ku Mehmet Akîf helbestwanê Îslam û Qur’anê ye.

Midûrtiya Turîzmê ya Çanda Bajêr a Walîtiya Mêrdînê bi minasebeta 80 mîn salvegera wefata Mehmet Akîf Ersoy bername lidarxist.

Di navenda Çanda Zanînîngeha Artukluya Mêrdînê de bi minasebeta 80 mîn salvegera wefata Mehmet Akîf Ersoy bername hat lidarxistin. Nivîskar û Helbestwan Mehmet Atîlla Maraşê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bû diyar kir ku Mehmet Akîf helbestwanê Îslam û Qur’anê ye.

Maraş piştî bernamê daxuyanî da. Maraş destnîşan kir ku Mehmet Akîf Ersoy xwedî doz e û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku tê zanîn Mehmet Akîf Ersoy helbestwanê merşa me ya Îstîklalê, îstîkbal û helbestwanê Îslam û Qur’anê ye. Pirtûka wî ya bi navê Safahat pir girîng e.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye