Mehmet Gormez Peyıvî
“Pêşveçûna Îslamê Tehemmul Nakın”
Serekê karên Diyanetê Mehmet Gormez, li Sandikliya Efyonê, der heqê fîlma heqaretwarî de peyivî. Gormez, beşdarî semînera ku ji mela û muezzînan re pêşxistina we’z û hîtabet dihat dayîn bû. Di semînerê de wiha got “Min qederê 14 deqan seyr kir, ez veciniqîm. Ji serî heta binî tev heqaret e, tev reziliye. Agir bi kezeba min ket. Çima? Lewra me bi heqî pêxemberê xwe nedaye naskirin. Resûlê Ekrem di xutbeya dawîn de xîtabî 100 hezar kesî kiribû. Halbûkî 120 hezar mensûbên saziya me ya Diyanetê hene. Ez fêm dikim ku me hê Îslamê baş teblîğ û îrşad nekiriye.”
Mehmet Gormez der barê fîlma xebîs de jî wiha got “Hîle û provokasyonek tê lîstin. Kitêba Salman Ruşdî, li Hollandayê fîlma Fîtne, tewrên Papayê yên di wê dewrê de, şewitandina Quranê, li Danîmarqayê qrîza qarîqatorê û fîlma xebîs. Em li teva dinêrin û dibînin ku îdeolojiya wan pêşveçûna Îslamê tehemmul nakin.”
Sekreterê giştî yê teşkîlata hevkariya Îslamî Ekmeleddîn Îhsanoğlu jî, li ser fîlma xerab wiha diyar kir “Alema Îslamê ji bo vê fîlmê protesto bike, bi yekwicûd rabûye piya. Ev protesto biheq e. Heqîqeten fîlm rezîl û zelîl e. Rêz û hurmetê nade tu qîmetên exlaqî û însanî. Fîlm amûrek sûcê ye ku muslumana tehrîk dike.”