Mehmet Yavuz di salvegera 5emîn a wefata xwe de li ser qebra xwe hat yadkirin

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ku di nexweşxaneyê de tedawîyê didît û wefat kiribû, di salvegera 5emîn a wefata xwe de li ser qebra xwe hat yadkirin.

Yavuz ji ber nexweşîna qansêrê di 9ê Tebaxa 2019an de li nexweşxaneyê wefat kiribû, ji teref teşkîlata navçe û bajêr ya Semsûrê ve bernameyeke yadkirinê hat tertîpkirin.

Di bernameyê de ji bo Yavuz Yasîn hat xwendin û Serokê Bajêr yê Semsûrê ya HUDA PARê Mustafa Yetîş derheqê Merhum Mehmet Yavuz de axavtinek kir.

“Uslûb û ferasetekî wî yê tesîrdar hebû”

Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Mustafa Yetîş, di axavtina xwe de weha got, “Em ji ber evîn û cehda wî ya ji bo doza wî li vê derê ne. Ew şexsîyetekî wisa bû ku Şehîd Hesen El Benna dibêje ‘Ey yên ku di rêya Xwedê de bazdidin (dixebitin) bi lez bazdin’. Ew ji heyata xwe ya kin re bi gelek tiştan tijî kir. Mînaka wî ya herî mezin ku ji me re maye ev bû. Uslûb û ferasetekî wî yê tesîrdar hebû. Ew rewşa dinyayê dikaribû bixwendana. Ji bo doza xwe ji tiştekî paşve nedima. Di vê demên ku qetlîmên herî zêde têne kirin ji me re dide fêhmkirin ku divê em bi leztir bazbidin û li gorî berê zêdetir xwedî li dew û doza xwe derkevin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno