Mehmet Yavuzê ku bi nexweşiya qanserê ketiye dua teleb kir

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku bi nexweşiya qanserê ket di serî de ji Yûsufiyan û bi giştî ji temamê Mislimanan dua teleb kir.

Mehmet Yavuzê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku berî vê çendakî ji ber nexweşiya gurçikê hat rakirin nexweşxanê û hat dermankirin gurçekekê wî hat girtin. Yavuzê ku nexweş e di serî de ji Yûsufiyan û bi giştî ji temamê Mislimanan dua teleb kir.

Hat ragihandin Yavuzê ku gurçekeke wî hat girtin di dema dermankirinê de hat teşhîskirin ku pê re qansera gurçikê heye.

Yavuz di rojnameya Dogruhaberê de bi nivîsa sernava “Mekteba Nexweşiyê û sirra îmtîhanê!” nexweşiya xwe daxuyand. Yavuz di nivîsê de derbarê mijarê de wiha got: “Di serî de ji Yûsufiyan û kekên min ên mihacir û bi giştî jî ji temamê xuşk û birayên xwe cardin dua teleb dikim  û ji Xweda jî  wasilbûna we ya saadetî dareyn dikim.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin