Sedanûr Ağsû ku ji ber şerpa xwe tecrît, şiddet û tehdît lê hatibûn kirin vêcarê jî di mekteba xwe ya ku hatibû nefî kirin de mu’ameleyên zulmî lê têne kirin.
Sedanûr ji mekteba xwe ya Turktepe bi tehdîdên Mudurê mektebê Orhan Usta hatibû adeta hatibû surgun kirin mektebeke din. Ji bo perwerdehiya wê dewam bike bavê Sedanûr mala xwe bire nêzî Mekteba Îmam Xetîb a Şekercî.
Lê belê Sedanûr li mekteba xwe ya nû jî ji zulmê xilas nebû. Ji ber ku telebe nehatin girtin mekteba îmam xetîbê sinifên navîn ji mecbûrî çû sinifa mekteba navîn a rast. Sedanûr dema dest bi mektebê kir Mudurê mektebê Menderes Polat jê re go: Heger tu serê xwe venekî ez qeydiya te çênakim.
Bavê Sedanûr Hamît Ağsû go: “ Do mudurê mektebê Menderes Polat di roja ‘ewil ku Sedanûr çû mektebê, ji sedanûr re go: Ez îro destûra te didim, sibê serê xwe veke û were hê me te qebûl kiriye mektebê nekiriye ne eşkere ye. Te di mekteba xwe ya berê de jî gotiye mudur li min daye xistin.”
Kesên xwedî ujdan dibêjin meğdûriyeta van keçên me yên sernixumandî wê kîngê biqede û hikûmet kîngê wê dawiya vê zulmê bîne? www.bangaheq.net