Mela haziriya daketina meydanan dikin

Her weke ku tê zanîn ev bû çendakî ku li dijî Diyanetê qampanyaya reşkirinê hatibû destpêkirin ku mela li dijî vê qempanyayê bi slogana ‘Têkilî Diyaneta Min Nebe, Li Diyaneta Xwe Xwedî Derkeve’ wê daxuyaniya çapemeniyê tertîb bikin.

Berî niha li dijî Diyanetê qampanyaya reşkirinê hatibû destpêkirin ku mela li dijî vê qempanyayê bi slogana ‘Têkilî Diyaneta Min Nebe, Li Diyaneta Xwe Xwedî Derkeve’ wê li giştê welêt di heman demê de xwe berdin kolanan û daxuyaniya çapemeniyê tertîb bikin.

Serokê Şubeya Edenê yê Diyanet-Senê Veysel Akkoç di derbarê daxuyaniya çapemenîyê ya girseyî ya ku ew ê sibe di seat 10.00an de li Meydana 5 Ocaka Edenê bê lidarxistin de agahî da û diyar kir divê xwedî li Diyaneta ku ji teref hêzên şer ve hatiye  hedef standin were derketin.

Akkoç di berdewama axavtina xwe de ragihandin fealîyetên ku ji teref Diyanetê ve di qada dînî de tên kirin tên xwestin ku werin astengkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wext wexta xwedî derketina sazîya me ye  ku ev ji bona dinya û ummetê pêwîst e. Diyanet ji bona ednigariya ummetê hêviyek e. Heger diyanet were girtin ew ê kesên mezlûm bi ber naçarîyê ve hereket bikin, wê demê ev millet wê bi ber tunebûna wîcdanê ve û bê bawerîyê ve bişimite.”

Akkoç di dawîya axavtina xwe de  wextên ku Qur’an û azana şerîf hatibûn qedexekirin bi bîr anî û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê em destûr nedin wan kesên ku ji zimanên wan kîn û nefret dihêrike di derheqê Diyanetê de biaxivin. Ji ber vê munasebetê sibe ji bona însaniyet, ummet û ji bona temamê mezlûman em dixwazin di xwepêşana ‘Li Diyaneta Xwe Xwedî Derkeve’ de li hev bicivin.Temamê mislimanan ji  vê xwepêşanê re vexwendîne.”(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar