Mela Masûm Şênturkê ku ji şêxên Tarîkata Nakşîbendi û rîspiyê heremê ye li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîya Mêrsînê jiyana xwe ji dest da. Xebera mirina Mela Şenturkî xelkê heremê xemgîn kir.
Mela Masûmê ku heyata xwe weqfî perwerdehîya telebeyan kiribû di sala 1931an de li gundê Noka Mûşê ya ku bavê wî lê melatî dikir hat dinyayê. Dersa Qur’anê cara yekem ji bavê xwe stand û her wiha ji Seyda Mela Muhyîdinê ku kale wî ye perwerdehîya medresê stand.
Piştî ku kalê wî çû rehma Xwedê li Medreseyên Oxînê li ba Şêx Xalidê ku lawê Şêx Alaaddîn e tahsilata xwe ya medresê domand. Piştî tahsîlata vê derê çû Farqînê ba Mela Yakup.Piştî ku li ba Mela Nurullah kitêba xwe ya dawî xwend re îcazeta xwe hilgirt.
Mela Masûm li cûrbecûr gundên Mûşê nêzî 5 sala wezîfe kir û dûvre li gundê Bahçedereya Elcewazê bi cî bû û li wê derê nêzî 40 salî perwerdehî da telebeyan.(ÎLKHA)