Mela Muhammed Varol beşdarî taziya dêya xwe bû

Mela Muhammed Varolê ku ji ber xebatên xwe îslamî bi salan di girtîgehê de ye beşdarî taziya dêya xwe bû.

Ayşe Varola ku dêya Mela Beşîr Varol, Mela Muhammed Varol û Mela Saîd Varolên ku ji ber jiyana xwe îslamî di girtîgehê de ne roja înê çûbû rehma Xwedê û wê spartibûn axê.

Ji ber rehmetkirina dêya xwe Mela Muhammed Varolê ku di girtîgehê de bû beşdarbûna tazîyeya dêya xwe teleb kiribû ku ji vê teleba wî re bersiveke erênî hat dayîn. Mela Muhammed ji ber vê yekê beşdarî taziya dêya xwe bû.

Mela Muhammed Varol roja şemîyê di seat 08.30an de ji girtîgehê derxistin û wî anîn taziyeya dêya wî.

Mela Muhammed Varol li malê ji teref bavê wî Mela Emîn, ji teref birayê wî Mela Ahmed û ji teref gelek hezkirîyên wî ve hat pêşwazîkirin.Mela Muhammed Varol piştî 15 salan cardin hazirê çend seatan li mala xwe ma û sersaxîyan qebûl kir.

Mela Muhammed Varol ji ber ku di seat 16.30an de wextê destûra wî xelas bû ji malbatê xwe û ji kesên wê derê xatir xwest û ji wê derê veqetîya.

Her wiha hat ragihand ku malbata Mela Beşîr Varolê ku di girtîgeha Tîpa Fya Kandiraya Kocaelîyê de ye ji ber dûrbûna rê û ji ber rewşa wî ya tenduristîyê muracata beşdarbûna taziyeyê nekirine.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar