Melayê gund mirî hat dîtin

Li Bazîda Agiriyê melayekî gund wek mirî hat dîtin.

Hat ragihandin li Bazîda Agiriyê kesê ku li gundê bi navê Nêco melatî dikir li keviya rê mirî hat dîtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  welatî  li nêzî gundê Nêco kesekî ku berik di serê wî de hatiye berdan û mirî ye hat dîtin. Piştî xeber hat dayîn yekîneyên cendirmeyan çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolîn û tehqîqetên ku ji teref Dozgeriya Komare û Fermandariya Navçê ya Cendirmeyan ve hat kirin de hat teşhîskirin ku kesê ku di serê wî de hatiye berdan û hatiye kuştin kesê bi navê Ramazan Bozdagê ku li gundê Nêco melatî dike ye.

Gundê Nêco ya ku Bozdag lê melatî dikir gelekî nêzî sînora Îranê ye û exlebe kesên qeçakçî di wê guzergahê de diçin û tên.

Mehmet Turan Kancurayê Miftiyê Bazîdê  ji temamê melayan daxwaz kir ku ew beşdarî merasîma cinazê ya  Bozdagî bibin.

Weke ku dê bê bîran di sala 2012an de  Melayê gundê Yanginkurtê Mehmet Uzun li ber çavên zêc û zarokên xwe hatibû kuştin.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin