Melayên mexdûrên 28 Sibatê li benda wezîfeyên xwe ne

Melayên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de mexdûr bûbûn xwestin ku mexdûriyeta wan were çareserkirin.

Mexdûriyetên peywirdarên dînê ya mexdûrên 28ê Sibatê didome. Melayên ku di pêvajoya derbeya 28ê Sibatê de di bin navê ‘îrtîcayî’ de bi miemeleyên kêfî ji wezîfeyên xwe hatibûn dûrxistin xwestin  ku mexdûriyetên wan werin çareser kirin.

Hat diyarkirin ku di 28ê Sibatê de 3 mele ji teref Seroktiya Karên Diyanetê ve bi binasiya ‘xerabiya îtîqadê’ ji karên wan hatine dûr xistin. Ev 3 mele diyar kirin dixwazin ku wezîfeyên wan werin îade kirin.

Meleyên ku di pêvajoya postmodern de bê heqê li wan hatibû kirin û ji karên wan hatibûn dûr xistin bang li rêvebirên hikûmetê kirin ku karên wan dûbare were îade kirin.

“Gotin eqîda wan xerab e û me ji wezîfa me dûr xistin”

Şehmus Emluk diyar kir ku di pêvajoya 28ê Sibatê de li Gundê Babnîrlîya ku girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê ye wezîfedar bû. Lê ev wezîfa wî bi şiklekî bê heqî jê hat sitandin. Dûvre Emluk axavtina xwe wiha domand: “Ez ji mexdûrên 28ê Sibatê me. 17 sale ku wezîfa meletiyê ji min hatiye sitandin. Di gel hilanîna karê ya hemî mexdûrên 28ê Sibatê me hilnegirtin îş. Ji teref Diyanetê ve hat diyar kirin ku eqîda me xerab e û heta niha karê me îade nekirin.”

Her wiha Emluk diyar kir ku wek her mela ew jî dersê Qur’anê daye zarokan. Dûvre Emluk wiha pê de çû: “Ji ber ku me dersê Qur’anê da zarokan em hatin mexdûr kirin. Wezîfa melan ew e ku dersê Qur’anê bidin.  Em bes dixwazin ku karê me bidin me. Rêvebirên AK Partiyê jî ve yekê çareser kirin.”

 “Dema kum in ji kar avêtin em mexdûr bûn, zarokên min ji ber vê yekê dev ji dibistanê berdan”

Mexdûrek din ê bi navê Mustafa Emen diyar kir di dema 28ê Sibatê de li Heskîfa Êlihê di Mizgefta Kizlarê de meletî dikir. Emen destnîşan kir ku di sala 2000an de wî ji kar avêtin. Dûvre Emen wiha axivî: “Di idîanameyê de hat diyarkirin ji ber ku min dersê Qur’anê daye zarokan ez sûcdar im. Ji ber vê yekê min ji îş avêtin. Ders dayîna Qur’anê wezîfa meleyan e. Nêzê 16 salan e ku ez mexdûr bûme. Malbata min jî mexdûr bûye”

“Daxwaziya me ew e ku me dîsa hildin kar û ev mexdûriyeta me were çareser kirin”

Alaattîn Gergînê ku ew jî mexdûrê pêvajoya 28ê Sibatê ye diyar kir ku di dema pêvajoyê de li Gund Serpirê ya ku girêdayê navenda Êlihê ye meletî dikir. Gergîn bal kişand ku bi miemeleyekê kêfî ev yek hat kirin.

Gergin destnîşan kir ku ev jî di pêvajoya 28ê Sibatê de ji kar hat avêtin. Gergîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di sala 2000an de dema ku ez bi qadroyê bûm ji teref Diyanetê ve ji îş hatim avêtin. Ev 15 sal e ku mexdûriyeta me didome. Paldanka hikûkê ya pêvajoya 28ê Sibatê tunebû. Wek me gelek însan hatin mexdûr kirin. Mexdûriyeta hinek mexdûran hat çareser kirin lê mexdûriyeta me hêj jî didome.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar