Merasîma Îcazetê

Li Batmanê 14 Xwendekarên Quranê Îcazet Wergirtin

 Li herêmê xwendina îlmên Îslam û Quranê bipêşve diçe. Destek û piştevaniya ji mederese û qursên Quranê re roj bi roj zêde dibin.

Li Batmanê li pansiyonekê ku tê de dersa Quran û îlmê Îslamî tên dayîn, 14 xwendekarê xwe mezûn kir. Ji bo dayîna îcazeta wan merasîmek hat lidarxistin. Merasîm di bînaya qursê de saet di 10an de pêk hat. Muftiyê Batmanê Hasan Çağlar, temsîlkarên saziyên sivîl, alimên herêmê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi xwendina Quranê destpêkir. Muftî Çağlar li ser tehsîla îlmê û qîmeta alimên Îslamî xeber da. Îfade kir ku berê li ser dersa Quranê gelek zordestî hebû, dijminantiya îlmê Îslamê dihat kirin. Di merasîmê de îlahî û qesîde hatin xwendin. Dua îcazetê ji teref Mela Alameddînê kurê mela Bûrhaneddînê muderrîs ve hat xwendin û îcazeta xwendekaran hat dayîn. Merasîm bi dayîna xwarina mewlûdê bi dawî bû.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin