Li Diyarbekir li qursa Quranê ya camiya Ğewsê Geylanî, 10 telebên ku xwendina xwe ya tehsîla Îslamê qedandin, bi merasîmê îcazet wergirtin.
Merasîm li camiyê hat li dar xistin. Muftiyê Diyarbekir, alimên herêmê û gelek welatî beşdar bûn. Merasîm bi xwendina Quranê destpêkir. Parêzer û nivîskar Necat Ozdemîr pêşkêşvaniya bernama merasîmê kir. Seyda mela Ebdurrehman xeberdana despêkê kir. Seyda di xeberdana xwe de îfade kir ku qomandar Selaheddîn Eyyûbî jî ji medresan mezûn buye. Medresên Îslamî di seha me’newiyet û edeb û islahê de şexsiyetên mîna îftîxara me Ustad Bedîuzzeman deranîne.
Dûre Mela Enwer Farqînî jî li ser qîmet û rêbertiya alimên Îslamî sekinî. Diyar kir ku Xwedayê Teala, alima emîn dîtiye ku wezîfa pêxemberan daye wan. Ji ber vê yekê jî divê alimên Îslamê, bi siltan û amirên zalim û fasiq re hevkariyê nekin. Mela Enwer da zanîn ku dive li Tirkiye yekîtiya alimên Îslamî bê avakirin.
Alim û maqûlê herêmê seyda mela Seîd Taxikî jî li ser emra bi me’rûfê û nehya ji munkerê xeberdanek kir. Piştî xeberdana dua îcazetê, xwendekaran îcazetnameyên xwe ji dest aliman wergirtin, dûre jî xwarina mewlûdê hat dayîn. Der heqê îcazetê de serekê Darul Îlîmê mela Muhemmed Ozer wiha got “Eger alim û amir baş bin, dê rê li ber exlaqxerabiyê bê girtin. Divê li her mehelekê medresekê bê avakirin.”
Ji xwendekarên ku îcazet wergirtibûn Muhammed Huseyn Sûdan jî wiha got “Îcazet ji bo riza Xweda, destpêk û ketina riya xizmeta dinê Xweda ye. Lewra alim warisê pêxember in.”
Her wiha li Sêrtê jî li qursa Quranê ya Huseyniyeyê, 13 telebe, îcazet wergirtin. Ji muftiyan heta alimên herêmê, gelek kes û welatî tevlî merasîma îcazetê bûn. Ji bo kesên beşdarî merasîmê bûn, ji wan re xwarina mewlûdê hat dayîn. www.bangaheq.net