Merasîma Îcazetê

Li Batmanê 17 Qîzên Alîme Bi Merasîmê Îcazet Wergirtin

 Li Batmanê komela Bîlge-Derê, merasîma îcazetê li dar xist. Di merasîmê de, 17 qîzên ku nêzî çar salaye di medresê de dersên Îslamî û Erebî, mîna serf, nehwê, tefsîr, Hedîs, fiqih dixwendin, îcazet wergirtin.

Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Xeberdana despêkê ji teref Hîcran Guneş ve hat kirin. Di xeberdana xwe de wiha îfade kir “Di civak û nav milllet de, qasî hewce bi alimên zilam heye, ewqas hewce bi alimên qîz û jin jî heye. Amanca me ew e ku di her malekê de alimek hebe. Ji ber vê yekê, kultur û xebatên medresê pir lazim in.”

Pey îlahiyên grûba Cizîrê ya qîzan, îlahiyatvan Nûrhan Nasiroğlû li ser qîmeta îlm û aliman peyivî û wiha got “Alim diktor û mîmarê civakê ne. Van îcazet jî, perçeke muhîm ya projeya avakirina civakêye.”

Bernama merasîmê, bi dana îcazetname û xwendina duayê bi dawîbû. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin