Merasîma Kesnezanê

Bi munasebeta salvegera 25an ya qetlîama û jenosîda Helebçê, li ba peykera Kesnezana şehîdgeha Helebçeyê, merasîmek hat lidarxistin. Temsîlkarên welatan tevlî merasîmê bûn.

Bi munasebeta salvegera 25an ya qetlîama û jenosîda Helebçê, li ba peykera Kesnezana şehîdgeha Helebçeyê, merasîmek hat lidarxistin. Temsîlkarên welatan tevlî merasîmê bûn.

Ji Tirkiyê sersefîr Aydin Selcen, wezîrê Iraqê yê heqên însanan Muhammed Şîag Sûdanî, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzey, waliyê Hewlêrê Newzat Hadî, temsîlkarên welatên ecnebî yên li Iraqê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji bo şehîdên Enfalê, rêz hate girtin û dûre merşa mîllî hat xwendin.

Wezîrê şehîdan û Enfalê Aram Ehmed, xeberdaneke kin kir. Da zanîn ku wê fealiyetên di barê qetlîama Helebçê de, çend rojan dewam bikin. Her wiha ji ber xemgîniya beşdaran, malavahiya wan kir. Ehmed wiha got “Ew bêguneh bûn. Ew ğeddarî tu car nayê jibîrkirin.”

Wekî tê zanîn zalim û dîktatorê Seddam Huseyn, di operasyona Enfalê de, di 16ê Adara 1988an de, li ser Helebçê gazên kîmyasala xerdel û siyanîta Emrîka, welatên Ewrûpa û Rûsyayê barandibûn. Qetlîama Helebçe, parçeyek ji operasyona Enfalê bû.

Piştî Hîroşîma û Nagazakiya Japonyayê, Qetlîam û jenosîda Helebçe jî trajediyeke însaniyetê ye. Ji heyama hadîseyê heta roja me, nêzî 45 hezar kes ji ber vê gaza kîmyasalê can dane. Zêdetirî 60 hezar kes jî seqet mane. 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar