Merasîmên îcazetê

Li Hogira gundê Bismila Diyarbekirê ji bo 8 xwendekaran û li Qosera navçeya Mêrdînê jî ji bo 7 xwendekaran merasîma îcezatê hatin lidarxistin.

Li gundê Hogiraya ku nêzî 40 kîlometre dûrî Bismila navçeya Diyarbekirê ye, ji bo 8 xwendekarên medreseyê yên ku di bin mamostetiya Mela Ebdurrehîm Cengîz de ‘ilmê xwe yê Îslamî temam kirin, merasîma îcazetê hat rastkirin.

Merasîm li meydana gund hat lidarxistin. Gelek alim û pêşîvan û welatî tevlî merasîmê bûn. Merasîm ji devê Yûsûf Ozer xoce ve bi xwendina Quranê dest pê kir û bi qasîde û îlahî û dûayan dewam kir. Pey xeberdanên di heqê girîngiya xwendina îlm û medreseyan de, îcazetên telebeyên hatin dayîn.

Her wiha li Qosera navçeya Mêrdînê li medreseya mehela İşiklarê jî, ji bo 7 xewndekaran merasîma dayîna îcazetê pêk hat. Di bernameyê de qaymeqamê Qoserê Erdoğan Tûran Ermîş xeber da û îfade kir ku ger di dema xwe de girîngiya hewce ya ji bo medreseyan hatibaya dayîn, ew ê hinek hedîseyên nexweş ên li başûrê rojhilatê neqewimîbana.

Ji rayedarên Cemîyeta Aliman mela Mehmet Ozer jî tevlî merasîmê bû û îfade kir ku divê perwerdeya medreseyê bê teşwîkkirin û di her malekê de telebekî medreseyê hebe.

Pey xeberdanan îcazetên xwendekaran hatin dayîn.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin