Merkeza Huda Parê Bi Merasîm Hat Vekirin

Partiya de’wa hur Huda par, berî niha programa xwe bi medyayê re hevpar kiribû.

Partiya de’wa hur  Huda par, berî niha programa xwe bi medyayê re hevpar kiribû. Îro merkeza giştî ya partiyê ya li Enqerê, bi merasîm û dua hat vekirin. Alîkarên serekê partiyê Seîd Şahîn, Mehmet Yavûz, Îsa Aydin û Ebdurrehman Cens di merasîmê de amade bûn. Serekê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz, ji ber rewşa hewayê, bi derengî tevlî merasîmê bû.

Merasîm ji teref Ebdulbarî Çelîk ve bi xwendina Quranê dest pê kir. Seîd Şahîn di xeberdana destpêkê de, malavahiya beşdaran kir. Serekê partiyê Huseyîn Yilmaz jî, di xeberdana xwe de, li ser biratiyê sekinî û da zanîn ku wê Huda Par, di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê de rolek muhîm bigre.

Di dawiya merasîmê de, serek Huseyîn Yilmaz jî malavahiya kesên tevlî merasîmê bûne kir.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin