Bi minasebeta salvegera îşgalkirina Qûdsê ya 46an, li Stenbolê meşek hat lidarxistin. Meş ji camiya Fatîhê dest pê kir, heta parka Saraçxaneyê dewam kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Hefteya dawîn ya meha Recebê, mîna hefteya Qûdsê ya cîhanê hatiye îlankirin. Di vê heftê de gelek fealiyet û aktîvîte tên kirin, bal tê kişandin ser Qûds û Fîlîstînê. Îsal jî di vê heftê de li gelek bajarên welêt, aktîvîte hatin lidarxistin. Li Stenbolê piştî nimêja înê ji mizgefta Fatîhê heta parka Saraçxaneyê, meşek hat rastkirin. Di heyama meşê de sloganên “Bimre Îsraîl.. Musluman ranezê, li Qûdsê xwedî derkeve.. Xelkê Fîlîstîn ne bi tenê ne.. Li Hamasê selam be, berxwedan dewam be.. Mescîda Eqsayê şerefa me ye, Qûddûs qelbê ummetê ye.” hatin avêtin.
Aktîvîte ji aliyê Platforma meşa bi ber Qûdsê ve ya serzemînî hat lidarxistin. Platforma Qûdsa Azad, komela Ozgur-Der, Yekîtiya alimên Fîlîstînê ya li Diasporayê û komela dostên Fîlîstînê jî destek danê. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Di xeberdanan de hat beyan kirin ku Mescîda Eqsayê û Qûddûs 46 sal berî hatine îşgalkirin. Di bernameyê de koordînatorê platforma meşê Mahmût Atton, nivîskar Ebdurrehman Dîlîpak, ji mixalîfên Sûriyê Şêx Mûtî û Prof Dr. Ahmet Ağirakça xeber dan. Bername bi xwendina beyanata medyayî bi dawî bû. BANGAHEQ