Îsal Meşa Qûdsê ya navnetewî di 7ê Hezîranê de roja înê tê organîzekirin. Platforma Qûdsa Azad di çarçova vê meşê de, ji hemî dilda û dilxwazên xwe tevlîbûna meşê xwest. Platformê wiha beyan kir “Yekîtiya alimên Fîlîstînê yên li Diyasporayê û komelên Fîlîstînê vê aktîvîteyê pêk tînin. Ji lew em ji hemî mensûb û dilda û dilxwazên xwe dixwazin ku, bi zarûzêçên xwe tevlî vê meş û aktîvîteyê bibin. Her wiha ji hemî dostên Fîlîstînê hesteweriyê dixwazin.”
Meşa Qûdsê 7ê Hezîranê piştî nimêja înê saet di 14an de ji ber camiya Fatîhê dest pê dike û heta parka Saraçxaneyê dewam dike. Pey meşê wê di heqê îşgal û qetlîam û curmên rejîma terorê de xeberdan bên kirin.
Koordînatoriya Bûrsayê ya platforma evîndarên pêxember û gelek saziyên din jî dan zanîn ku, wê destekê bidin meşa Qûdsê. Koordînatoriya Bûrsayê beyan kir ku wê di roja meşa Qûdsê de ji bo destekê, li Ulu camiya Bûrsayê pey nimêja înê beyanateke medyayî li dar bixe. Ji lew hemî xelkê Bûrsayê dawetî beyanatê kirin. Komelên Îkra-Der, şûbeya IHHyê ya Bûrsayê, temsîlkariya Memûr-Sena Bûrsayê jî destekê didin beyanatê. BANGAHEQ