Xalid Meşal, li Ammana paytexta Urdunê, bi qral Ebdullah re hate ba hev. Ji bo alîkariyên Qral Ebdullah yên li Fîlîstînê, malavahiya wî kir. Lê careke din, teşebbusên welateke alternatîf yên ji bo Fîlîstîniyan re red kir. Konfederasyona bi Urdunê re qebûl nekir.
Qral Ebdullah jî beyan kir ku, Fîlîstîn di teşkîlata dewletên yekbûyî de statuya dewleta çavdêrî bidest xistiye, ev jî di riya bidest xistina tam dewletî de gavek muhîm e. Û îddîa kir ku wê çareya bi du dewletan tek rê be.
Wekî tê zanîn têkiliyên navbera Hamas û Urdunê de, di salên paşîn de hinekî zeyîf bûne. Gava lîderê Hamasê Xalid Meşal, di 1997an de li Urdunê bû, ajanên Mossadê li wî teşebbusa sûîqesta bi spreya jehrî kiribûn. Qralê wê dewrê Huseyîn, zor dabû Îsraîlê û panjehriya wê ji Îsraîl hatibû girtin. Xalid Meşal welatiyê Urdunê ye. Piştî vê teşebbusê, ji ber ku hat gotin ku zirarê dide menfîeta Urdunê û zordayîna li ser Hamasê zêdebûn, di 1999an de çûbû li Qatarê bicîh bûbû.