Mesela Midaxela Sûriyê

Welatên Rojava û Ereb di mesela midaxele Sûriyê de ne yekdeng in. Temsîlkarê xisûsî yê dewletên yekbûyî yê Sûriyê Ehdar Îbrahîmî beyan kir ku li Sûriyê zêdetirî hezar însan bi maddeyên kîmyasalê hatine kuştin

Welatên Rojava û Ereb di mesela midaxele Sûriyê de ne yekdeng in. Temsîlkarê xisûsî yê dewletên yekbûyî yê Sûriyê Ehdar Îbrahîmî beyan kir ku li Sûriyê zêdetirî hezar însan bi maddeyên kîmyasalê hatine kuştin. Ev yek nayê qebûlkirin. Nizane ku Emrîka ji bo midaxeleyê qirar daye yan na. Lê ji bo midaxeleyê qirara konseya ewlehiyê ya dewletên yekbûyî divê. 

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoğlu ji bo rewşa Sûriyê çûbû Siûdî. Pey hinek ziyaretan vegeriya. Li firogeha Enqerê civîneke medyayî li dar xist. Di civînê de peyvên ku tê gotin “Planeke dinyê heye. Wê Tirkiye jî bibe parçeyeke vê planê.” tenkîd kir. Da zanîn ku Tirkiye dîplomasiyeke xurt dimeşîne. Davutoğlu wiha got “Tirkiye ğeyret dike ku nebe aliyeke şer. Eger rîskeke ewlehiyê biqewime, wê Tirkiye hemî tedbîran bigre.”

Li aliyê din 5 mensûbên daimî yên konseya ewlehiya dewletên yekbûyî, li ser teklîfa qirara ku Îngîlîstanê amade kiribû, li hev nekirin. Pey civînê sefîrên mezin yên ku ji konseyê derketin pirsên qezetevanan bicewab nekirin. Hat gotin ku Rûsyayê li ber teklîfa han derketiye. Ji lew lihevkirin pêk nehatiye.

Her wiha li ser îddîa ku Sûriyê sîlehên kîmyewî bi kar aniye, li Diyarbekirê eskerîyê alarma sor nîşan da. Di qomandariya hêzên hewayî ya diduyan de tevgerî qewimî. Nêzî 20 fuzeyên F-16 sewkî Diyarbekirê bûn. Di qomandariya han de ji bo teyarên herbê çêkirina hangareke nû dewam dike. F-16 jî heta şevê hatin ceribandin.

                                                                              BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar