Mesleka kurtanfiroşiyê ya ku wextekî ku ji bo ker û hêtiran dihat çêkirin û pirr eleqe didît piştî ku troxtor, motorsîklet û pikap derketin ber bi jibîrvekirinê ve çû. Kurtan firoşî êdî wekê berê nayê çêkirin.
Fatîh Surmeliyê 47 salî yê ku çendîn sal e kurtan çêdike diyar kir ku ev meslek niha pirr kêm eleqe dibîne û dê di pêşerojê de ji holê rabe.
Surmelî diyar kir ku êwî berê rojê 30 kurtan difrot. Lê niha di salekî de 30 kurtan difroşe. Surmelî wiha diyar kir: “Ev kar gor berê ji sedî 99 kêm bûye. Berê li vê derê 10-15 dikanên ku vê karê dikirin hebûn. Niha ez tenê mame. Min berê rojê 30 kurtan difrot. Lê niha di salekî de 30 kurtan difroşim.”
“Ji ber ku pêşveçûn tunebû fabrîqasyona vê karê li pêş neket”
Surmelî diyar kir ku ew debara malbata xwe ya 8 kesî bi firotina kortanan temîn dike. Dûvre Surmelî wiha destnîşan kir: “Vê karê mamêmin dikirin. Piştî ku ez li cem mamê xwe veqetam 2-3 sal wek çirax ez li cem Ermaniyekî xebitîm. Li Diyarbekirê bes ez vê karê dikim. Li aliyê navçeya Pîranê 1-2 kurtanfiroş hene. Berê li qezayeke 30 kurtanfiroş hebûn. Niha li wan deran bes yekî heye. Fabrîqasyona vê karê tune. Ji ber ku ev kar li pêş nehat xistin fabrîqasyona vê karê jî çêtir nebûye.”
Surmeliyê diyar kir ku kurtan ji qamîş û kulavê tê çêkirin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em qamîşê ji Bazîda Agirî, kulavê jî ji Rihayê tînin. Maliyeta kurtaneke 100 TL ye û em vê didin 130-150 TLyan. Vê yekê jî di heftiyeke an jî 2 heftiyan de hebekî difroşin. Carinan jî di 45 rojan de qet nafroşim.”
“Heke îmkaneke min a din hebe ez dev ji vê karê berdidim”
Surmelî diyar kir ku wî berê ji Riha, Siwêreg, Entab û Nîzîpê kurtan dianiya û li Diayrbekirê difrot. Lê niha bi wesayîtê gund bi gund dizivire da ku kurtan bifroşe. Dûvre Surmelî wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke îmkaneke min a din hebe ez dev ji vê karê berdidim. Ev kar miriye. Havînê jî carinan îş çêdibe. Ev kar piştî me dê ji holê rabe. Heke ji teref dewletê ve ev kar were piştgirîkirin dê ev meslek bidome. Wê çaxê heke hewce bike dê em 2-3ê çirax bidin xebatê.” (ÎLKHA)