Mesrûr Barzanî: PKK sedema temamê mişkîleyan e

Musteşarê Konseya Ewlehiyê yê Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanîdiyar kir PKK sedema temamê mişkîleyan e.

Musteşarê Konseya Ewlehiyê yê Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî  di derheqê êrîşa ku li Şingalê hatiye kirin de ji Rojnameya New  Yorkê re nirxandinan kirin. Barzanî di daxuyaniya ku da rojnamê de destnîşan kir sedema sereke ya êrîşa ku ji teref Tirkiyê ve li Şingalê hatiye kirin û tê de pêşmerge jî jiyana xwe ji dest dabûn hebûna PKKê ya li heremê ye.

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji Tirkiyê di derheqê bûyerê de daxuyaniyekê teleb kirine û hêj bersivek ji wan re nehatiye dayîn û ew hêvî dike ku xeletîkek çêbûbe.

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir Tirkiye cara ewil êrîşî Şingalê dike û sedema vê yekê jî PKKê ye. Barzanî dû re wiha li got: “PKK sedema temamê mişkîleyan e. Tu eleqeya vê bûyera ku qewimiye bi xwestin an jî nexwestina me re tune ye.  Tiştê ku Tirkiyê vedikişîne heremê PKK ye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin